FIRST ONLINE KURDISH FILM FESTIVAL

Dear art lovers, cinema enthusiasts, and friends of Kurdish culture from around the world; welcome to a unifying art activity that transcends borders, geographies, and languages—the Zagros Film Festival.

This event, the first online Kurdish film festival, presents a unique opportunity to showcase the rich and diverse cultural heritage of Kurdistan and the power of cinema to a global audience.

The Kurdish people have demonstrated remarkable resilience throughout history, preserving their culture, language, and stories despite challenging conditions and being dispersed across different geographies. They have unified around a common identity and heritage. Named after the Zagros Mountain ranges, which are integral to the existence of Kurdistan, this festival aims to convey the hardships and beauties, hopes and dreams, resistances and victories of the Kurdish people through the medium of cinema.

The 2024 selection of the Zagros Film Festival features 15 unique films realized by precious directors. These films originate from various regions of Kurdistan and are filmed in different dialects of Kurdish. The festival, which will screen the first film ever made about the Kurds, Grass, and the second film, Zerê, highlights the journey of Kurdish cinema from its past to the present and emphasizes the rich heritage and future perspectives in this field.

Cinema and the online world offer more than just an artistic and expressive outlet for the Kurdish people; they have the power to bring together a community divided by hardships and borders, rallying around a common identity and culture. This festival transcends physical boundaries, bringing together Kurds worldwide and anyone interested in Kurdish culture. Through the universal language of cinema, it is possible to develop a common understanding and a spirit of solidarity.

This festival not only shares the beauties and challenges of Kurdish cinema but also provides a platform for Kurdish filmmakers to connect their work with a global audience. With the unlimited access offered by the online world, participation from anywhere is possible, contributing to greater international recognition of Kurdish culture and cinema. This festival should be seen as a step towards overcoming the imposed boundaries, uniting, and consolidating Kurds.

Our festival aims to offer a rich cultural and artistic experience not only for Kurds but for audiences worldwide, by bringing together diverse stories and perspectives. We invite everyone who believes in the unifying power of cinema to join this special event and explore the challenging world of Kurdish cinema.

Your participation will not only make you part of a film festival but also support the efforts to preserve and enhance the rich cultural heritage in this field. Let’s meet in a common language and understanding through our boundary-crossing films. Let’s take steps together towards a more understanding, united, and peaceful Kurdistan and world. Join our festival and witness the unique journey of Kurdish cinema. We invite you to discover the narrative of cinema by becoming part of this special experience.

We thank the directors who are with us in the festival’s inaugural year. Welcome again, and enjoy our festival.

Simon Suleymani
Coordinator of Festival

YEKEMÎN FESTÎVALA ONLAYN A FÎLMÊN KURDÎ

Hunerhezên hêja, dildarên sînemayê û dostên çanda kurdî yên ji çar aliyê cîhanê; hûn bi xêr hatin vê xebata hûnerî – Zagros Film Festival, ku sînor, welat û zimanan tev dike yek.

Ev çalakî, yekem festîvala fîlmên kurdî ya onlayn, bona nîşandana mîrateya çandî ya dewlemend û cihêreng a Kurdistanê û hêza sînemayê ji temaşevanên cîhanî re derfeteke bêhempa dide.

Gelê Kurd di dîrokê de berxwedanên gelek mezin nîşan dane û tevî şerd û mercên dijwar û belavbûna deverên cuda jî çand, ziman û çîrokên xwe parastine. Li derdora nasname û mîraseke hevpar bûne yek. Ev festîvala ku navê xwe ji kakilê hebûna Kurdistanê, ango ji Rêzeçîyayên Zagrosê distîne, dixwaze bi navgîniya sînemayê; zehmetî,  bedewî, hêvî, xeyal, berxwedan û serkeftinên gelê Kurd ragihîne temamê mirovahîyê.

Di Zagros Film Festival 2024 de, 15 fîlmên bêhempa yên derhênerên hêja cîh digirin. Ev fîlm li gelek herêmên Kurdistanê bi zaravayên cuda yên Kurdî hatine kişandin. Festîval, bi vî awayî dixwaze bibe platforma nîşandana yekemîn (Grass) û duyemîn (Zerê) fîlmên li ser Kurdan jî. Ev xebat dil dike rêwitiya sînemaya kurdî ji rabirdûya wê heta niha bîne ber çavan û balê bikişîne ser mîrasa dewlemend û nêrînên pêşerojê yên di vî warî de.

Sînema û qadên serhêl (onlayn) ji gelê Kurd re di warê hunerê de derfetên berfireh pêşkêş dike. Bi saya torên nûjen miletê Kurd ku bi zor û sînoran ji hev hatine parçekirin, dîsa dikare li dora nasname û çandeke hevpar bicive. Ji ber ku ev festîvala serxet sînorên fizîkî bêwate dike, hemû Kurdên cîhanê û herweha hemû kesên ku bi çanda kurdî re eleqedar tîne cem hev. Bi zimanê gerdûnî yê sînemayê têgihiştineke hevpar û ruhê hevgirtinê çêdike.

Ev festîval ne tenê bedewî û gengeşîyên sînemaya Kurdî parve dike, di heman demê de dezgehekê ji bo hunermendên Kurd peyda dike ku berhemên xwe bi temaşevanên dinyayê nîşandin. Bi saya ragihandinên bêsînor, şopandina festîvalê li her deverê cihanê pêkan e. Divê ev festîval ji bo hilweşandina sînorên li ser Kurdan hatine ferzkirin wek amûrekê û ji bo yekîtî û yekrêzîya Kurdan jî weke pêngavekê bê dîtin.

Ev mîhrîcan dixwaze bi berhevkirina çîrok û serpêhatîyên cihêreng, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo temaşevanên li seranserê cîhanê ezmûnek çandî û hunerî ya zengîn pêşkêş bike. Loma em bang li her bawermendên hêza sînemayê dikin ku tevlî vê çalakiya taybet bin, şerd û mercên dijwar a sînemaya Kurdan bibînin.

Beşdarbûna we, him we dike beşek ji festîvalekê, him jî piştgirî dide hemû xebatên parastin û pêşvebirina mîrateya Kurdan. Werin em bi zimanekî hevpar li ber fîlmên der-sînor hev bibînin. Werin em bi hev re ji bo Kurdistan û cîhaneke  watedar, hemaheng û aramtir gavan bavêjin. Bibin şahidê rêwîtiya bêhempa ya sînemaya Kurdî. Werin serguzarî û serpêhateyên vî miletî kifş bikin û bibin beşek ji vê dema taybet.

Spasiya derhênerên ku bona destpêka festîvalê li gel me ne dikin. Car din bixêr bên. Pîroz be! 

Simon Suleymani
Berpirsê Festîvalê